DIRBESÎ – Jinên Ciwan ên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyekê tecrîda dewleta Tirk a li ser Rêber Apo şermezar kirin. Ev şermezarkirin di meşa jinên ciwan a li bajarê Dirbêsiyê de hat şermezarkirin. Bi dehan jinên ciwan beşdarî daxuyanî bûn.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştî wê, berdefka jinên ciwan ên PYD’ê ya bajarokê Dirbêsiyê Şethe El-Hisên daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ev 3 sal in mêtingeran li ser Rêber Apo tecrîdekî mutleq ferz dikin, û niha jî ceazyekî din ê 6 mehan li ser Rêber Apo hat birin. Ji ber vê yekê, berpirsyariya her jineke ciwan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku têkoşîn û berxwedanê bike ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo, ji ber ku Rêber Apo sembola azadiya jinê ye, sembola xwenasîn û vîna jinê ye.
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em soz didin Rêber Apo ku heta em negihêjin azadiya wî ya fizîkî û têkbirina hemû planên dewleta Tirk a dagirker, ku bi her cure şer dixwaze projeya me ya demokratîk têk bibe, em ê dev ji qadan û têkoşînê bernedin.
Piştre dirûşmeyên daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û silavkirina berxwedana li girtîgeha Îmraliyê hatin berzkirin.