NAVENDA NUÇEYAN- Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) ragihand ku di 9’ê Gulanê de li taxa Fabrîka ya Amedê noqteya ku hêzên dewleta Tirk a dagirker lê bi cih bûne bi teqemeniyên destçêkirî hedef girtine û derb li wan xistine.
MAK’ê di daxuyaniya xwe de got, “Çalakiya me tolhildana li dijî operasyonên leşkerî û siyasî yên li Kurdistanê û tecrîda di şexsê Rêber Apo de li ser zindanan tê meşandin hate lidarxistin” û bang li ciwan û gelê Kurdistanê kir ku xwe bi rêxistin bikin û ji dewleta Tirk a qirker re bêjin “raweste”.