MINBIC – Tevgera Ciwanên Şoreşger li gundên Qetma û Hac Abdîn yên Minbicê ji bo amadekariya 4’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê civînekî li dar xist.
Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Piştre hevserokê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Minbicê Hisên Bakarî li ser girîngiya vê kongre û rola pêşeng a ciwan û jin di nav civakê de axivî.
4’emîn Kongreya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê li bajarê Heseke were li darxistin û ciwan û jinên ciwan ji hemû pêkhateyan wê tê de cih bigirin.