NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê de li bajarê Heseke 4’emîn Kongreya xwe bi dirûşmeya “Bi rihê pêngava 1’ê Hezîranê emê xwe bi rêxistinbikin, dagirkeriyê têk bibin, azadiya fîzikî ya Rêber Apo misoger bikin” li dar bixe. Ajansa Nûçe Ciwan bi berdefka Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Hisên derbarê hezirtiyên ji bo vê kongre hevpeyvînek kir.
Ronahî Hisên destnîşan kir ku hezirtiyên mezin li tevahî herêmê tên kir û diyar kir ku hedefa esasî ya tevgera ciwanan û ya vê kongre azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.
Axaftin wiha ye: “Ji bo kongreya me ku di dest pê ka Hezîranê wê dest pê bike gelek hazirtî tên kirin. Civîn li hemû qad tên çêkirin, li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Di van civînan de nîqaş tê kirin, hezirtiyên berî kongre tên çêkirin, ji bajarên Cizîrê, heya Şehba, heya hemû bajaran, hemû ciwanan tevlî van civînan dibin, meclîsên xwe dîsa aktîf dikin.
Wekî din civînên berfireh tên çêkirin û rêziknameya tevgerê tê xwendin ji bo ku bi hezirtiyekî mezin werin vê kongre. Armancê me ji bo vê kongre û ji bo hemû çalakiyên xwe azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Ciwanên Bakur û Rojhilatê Suriyê bê Rêber Apo nema dikarin jiyan bikin. Ev kongre jî wê bibe bersiv ji bo ku ev tecrîdê girankirî li ser Rêber Apo were rakirin. Bangawaziya me jî ji bo tevahî ciwanan heye, ji bo ku hemû ciwanan xwe tê de bibînin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya me hemûyan e. Heta em nikaribin Rêber Apo fîzîkî azad bikin em nikarin tiştekî bikin.
Di vê kongre de wê gelek xalên girîng werin nîqaş kirin. Sekna ciwanan li beramberî xetê Rêbertî çi ye, çawa her kes dikare di vê xetê de xwe pirtir pêşbixe û kur bike. Di şerê gelê şoreşgerî ciwanan çawa dikarin rolê xwe pirtir bilîzin. Armancê me ne tenê ku di Rojava de em xwe rêxistin bikin, armancê me ku em li ser asta tevahî Sûriyê giştî xwe bigihînin hemû ciwanan. Ji ber ku dijmin dixwaze bi hemû şêwaz ciwanan hedef bigire, dixwaze hemû ciwanan vala bike, ji fikir yan ji welatparêziyê, ji çanda wan dûr bixe. Armanca me ew e, wek tevgera ciwanên şoreşger em hezirtiya vê kongre, bi derxistina vê kongre tevahî ciwanan em bikaribin pirtir em vê dengê bigihînin wan. Ciwanên vê welatî bê Rêber Apo nikarin jiyan bikin. Ciwan wê bi awayekî pir aktîf tevlî vê kongre bibin û ev kongre jî wê bibe rexnedayînekî ku bibe pratîkî di dema pêş de. Bangawaziya me ji bo tevahî ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hezirtiyekî mezin bikin ji bo ku em bikaribin vê kongre serbixin.”