NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê de li bajarê Heseke 4’emîn Kongreya xwe li dar bixe. Ragihandina Tevgera Ciwanên Şoreşger reklamê Kongre û agahiyên derbarê wê li ser malpera xwe weşand:
“Bi rihê pêngava 1’ê Hezîranê emê xwe bi rêxistinbikin, dagirkeriyê têk bibin, azadiya fîzikî ya Rêber Apo misoger bikin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê bi vê dirûşme kongreya xwe ya 4’emîn li dar dixe. Kongre wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê li bajarê Heseke were li darxistin. Di roja yekemîn de bernameyên çandî û werzişî û di roja duyemîn de jî nîqaşên rêxistinî werin meşandin.
Di çarçoveya hemleya “Cenga Azadiyê Serbixin” de, tu jî tevlî kongreya 4’emîn a ciwanên şoreşger bibe.”