NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Necmî Oner ên Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ragihandin ku 19’ê Gulanê saet di 23:00 de li ser rêya TEM’ê li pêşiya Kocaeliyê li hemberî qemyoneke li otoparkê çalakiya sabotajê hate kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku qemyona ‘faşîstan’ bi alavên tê de hate şewitandin û hate gotin, çalakî weke bersiva li êrişên êşkenceya giran, tecrîda li zindanan û operasyonên qirkirina siyasî yên rejîma AKP-MHP’ê hatiye kirin.