ŞEHBA- Xebatên kooperatîfê bi pêşengiya Şehba Yekîtiya Jinên Ciwan dewam dikin. Jinên ciwan ên li Şehbayê dijîn îsal bi xebatên kooperatîfê stûna aboriya civakî ya pergala modernîteya demokratîk xurtir dikin. Ciwan jî piştgiriyê didin xebatên kooperatîfê yên jinên ciwan dane destpêkirin. Jinên ciwan û ciwan bi keda hevpar axê peyda dikin û bi xebatên kooperatîfên çandiniyê debara xwe dikin. Ciwan û jinên ciwan ên ku bi şev nobedariya zeviyan dikin, serê sibê dest bi berhevkirina zeviyan dikin.
Berhemên nok û kemonê duh ji aliyê komek ciwan ve hatin komkirin. Bi vî awayî ciwan û jinên ciwan ên ku debara xwe bi xwe çêdikin bêyî ku girêdayî derve bin, xebatên xwe yên çandiniyê ji bo xurtkirin û pêşxistina aboriyê didomînin. Ciwan û jinên ciwan ên Efrînê bang li hemû ciwanan kirin ku çavkaniyên aborî yên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê xurt bikin û diyar kirin ku divê pêşengiya van hewldanan bikin.