ŞEHBA- Bi pêşengiya Xwendekarên Jin şehîdên meha gulanê hatin bîranîn. Li navçeya Ehdas yê Şehbayê, xwendekar ji bo bîranîna şehîdên meha gulanê hatin gel hev. Ev bîranîn li Peymangeha Viyan Amara bi pêşengtiya jinên ciwanên xwendekar hat kirin.
Bernameya bîranînê bi deqeyekî rêzgirtinê despêkir. Bi temaşekirina sinevîzyona di derbarê jiyana şehîdên meha Gûlanê ve berdewam kir. Li ser ked û fedakariya şehîdan hat sekinandin. Bîranîn bi sloganên ‘Şehîd Namirin’ ve dawî bû.