AMED – Dewleta Tirk a dagirker li gundê Nenyasa Licê de êrişî xelkê kir û welatiyê bi navê Mehmet Yildirim qetil kir.
Duh bi şev saet li derdora 22.00’yan de, leşkerên Artêşa Tirk a dagirker derdora gundê Nenyasê ya bi ser navçeya Licê ya Amedê ve dorpêç kirin.
Leşkeran bi helîkopter û çekên giran gund gulebaran kirin. Malek ku zarok û jin têde hebûn hat gulebarankirin.
Dorpêça li gund saet di 02.20’an de bi dawî bû. Piştî dorpêçê û serdegirtina malan, qalikên guleyan û şopên xwînê û lepikên tîmên lêpirsînê man.
Leşkerên Tirk di operasyona li gund de welatiyê bi navê Mehmet Yildirim qetil kirin.
Nêzî hefteyekê ye ku li herêmê operasyona leşkerî hatibû destpêkirin.