KOBANÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan en herêma Firatê li bajarê Kobanê komxebatekê ser Rebertî û Jinên Ciwan li dar xistin.
Jinên Ciwan ên herêma Firatê di çerçveya kampanya ya ‘Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî’ bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber APO û avakirina sîstema Jinên Ciwan li bajarê Kobanê kom hatin gel hev.
Komxebat bi deqekî rêzgirtin ji bo Şehîdên Şoreşe dest pê kir û li ser navê Kongra Star Peyman Eluş axaftin kir. Peyman Eluş taybet ser di fizikî azadkirina Rêber APO de li ser rol û misyona Jinên Ciwan nirxandin kir.
Komxebat bi niqaşên firêh ser xebatên Jinên Ciwan, fikir û ramanên Rêber APO û avakirina sîstema Jinên Ciwan berdewam kir.