NAVENDA NÛÇEYAN- MAK’ê (Mîlîsên Azadiya Kurdistanê) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku 19’ê Gulanê saet di 03.40’an de noqteya leşkerî ya li ser rêya Amed/Erganiyê hatiye hedefgirtin.
Daxuyanî wiha ye:
“19’ê Gulanê saet di 03.40’ê şevê de li ser rêya Amed/Erganî nuqteyekî leşkerî bû hedefa hêzên me. Ev nuqteya leşkerî hem di êrîşên dagirkeriyê yên li dijî qadên gerîla û hem jî di êrîş û operasyonên li ser gelê me de cih digire. Piştî ku ev cihê ku ji aliyê leşkerên dagirker û cerdevanan ve dihat bikaranîn hate tesbîtkirin, bi şev li dijî vê hedefê bi taktîkên ketina hundir çalakiyek bi bombeyan hate lidarxistin. Di encama çalakiya Milîsên me yê ku nefesa wan timî li ser stûyê dijmin bû, teqîneke mezin rû da û baregeheke leşkerî hate rûxandin. Piştî çalakiyê milîsên me bi saxî ji qadê vekişiyan. Weke Milîsên MAKê em ê hedefgirtina dagirkerî û hevkarên wan bidomînin. “Ya em ê li Kurdistaneke bi rûmet û azad bijîn, yan jî em ê rê nedin hêzên dagirker ên Tirk li Kurdistanê bijîn.
Bijî ruhê pêngava 1’ê Hezîranê.”