REQA – Encamnameya dewreya hakemê ku ji aliyê Federasyona Werzîşê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye destpêkirin. Ev dewre 3 rojan di bin çavdêriya mamoste hakemê Ebdulrehman Reşo de, ku berî hakemê navnetewî bû.
Ders piranî pratîkî bûn, her wiha dersên teorî û bi taybet derbarê hiquqê futbolê jî hatin dayîn.
45 xwendekar ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî dewreyê bûn.
Amadebûna fîzîkî ya hakeman dê berî destpêkirina tûrnûvayên were ceribandin da ku asta amadebûna wan a teknîkî û fîzîkî were destnîşankirin û hakemên ku ne amade ne werin derxistin.