NAVENDA NUÇEYAN- Analîz: Berdevkê Ragihandina QSD Ferhat Şamî li ser tevgerên demên dawî ku ji aliyê DAÎŞ’ê ve pêşdikeve nirxandin kir.
“DAÎŞ di Rojhilata Navîn de hîna jî xeteriya xwe ya mezin diparêze. Ji bo fêmkirina vê rastiyê pêwîste mirov nexşeya belavbûna DAÎŞ’ê nas bike. Li herema Bakur û Rojhilatê Sûri, Sûrî, Iraq, Rojhilata Navîn û di asta cîhanî de dîtina vê rastiyê girîng e. Li Sûrî navê DAÎŞ’ê li xwe kir. Piştî serkeftina me ya di Şerê Bahozê de bere xwe da Afrîka, Îran, Asyaya Navîn wekî Afganîstan, Tacîkîstan, Tûrkmenîstan. Her wiha li wir jî navê cûda li xwe kir.
Piştî şerê Bahozê DAÎŞ belav bû, li herema me ya Bakur û Rojhilatê Sûrîyê de derveyê hin şaneyan, DAÎŞ hatê tunekirin. Şanayên DAê yên mayî jî bere xwe dane çolistana Sûrî. Taybet çolistana Reqa, Dêrazor, Humus, Swêda, Şam û hwd. xwe rêxistin kirin. Hin eşîran ve û hin tekîliyên din re xwe di pir milan ve finanse kirin û hejmara xwe zêde kirin. Bi vî awayî xwestin hem li Sûrî hem jî li Iraqê xwe ji nû ve belav bike. Dîsa tekîliya esasî ya DAÎŞ’ê jî heremên di bin dagirkeriya Tirkiyê ye. Me lîsteya navê 54 fermandarên DAÎŞ’ê tespit kir û Hêzên Koalîsyonê re parvekir. Minaka vê ya berbiçav Ebûbekîr Baxdadî, Îbrahîm Qûreyşî li heremên di bin dagirkeriya Tirkiyê de hatin kuştin. Dîsa şêrê Zîndana Hesekê’de jî eşkere bû ku çeteyên DAÎŞ’ê bi heremên di bin dagirkeriya Tirkiyê de ne tene rêvebirin. Sîlahên ku DAÎŞ’ê di vê şerî de bikar anî jî ji aliye Dewleta dagirker a Tirk ve hatibû şandin. Yanî Dewleta Tirk van heremên ku dagir kirine de hem fermandarên DAÎŞ’ê diparêze hem jî malbatên wan di wir de bicîh dike. Navenda tevlîbûna DAÎŞ’ê jî Tirkiye ye. Li Enqerê, Îzmîrê û hin bajarên din navenda perwerdekirina zarokan li ser esasê fikre DAÎŞ’ê heye. Tirkiye derfetekî pir mezin pêşkeşî DAÎŞ’ê kiriye. DAÎŞ bi hêza ku ji Dewleta Tirk girtiye ve di sala 2023’an de nêzî 300 carî êrîş kir û 400 leşkerê Rêjîma Şam’ê kuştin. Niha jî dixwaze xwe bi van êrîşan ve aktif bike. Di herema ku di bin venêrîna QSD de ye jî bi şaneyên piçûk tevger dike. Herî zêde li ser du xalan disekine. Yek; zindan, yek jî kampa Holê. Li ser zîndanê disekine, ji ber ku mêjiyê DAÎŞ’ê û hêza wê ya herî profesyonel di zindanê me de girtîne. Yanî zindan ji bo wan wekî depo û taqwiyekî amade ye. Kampa Holê jî jı ber ku wekî cîhêkî îdeolojÎk a perwerdekirina jin û zarokan dixwaze binirxîne. Yanî aslinda DAÎŞ di nava hewildanên xwe zindîkirinê de ye. Tabî tekoşîna me rê nade vê tiştî.
Di sala 2023’an de me û Hêzên Koalisyonê bi hevre 225 operayon û çalaki lidarxist, bêhtirî 400 çete hatin girtin. Ama li çolistana Sûrî ji ber tu hêz li hember wê nasekine DAÎŞ rojane li hemberî Rêjîma Sûrî êrîşa pêktîne, xwe finanse û rêxistin dike. Demên derbasbûyî de NY jî bal kişandibû ser vê xeteriyê. Helbet ji ber hebûna me û tekoşina me wekî bere nikarin têkevin bajaran ama di qadên Rêjîma Sûrî de dikarin xwe aktif bikin. Ger ev bê paşgûhkirin, ji bo pêşerojê xeteriyên mezin xwedî dike. Tabî politikaya Rejîma Sûrî jî rê li ber vê vedike. DAÎŞ’iyên ku li herema Rêjîma Sûrî pêşiya wan nayê girtin, dixwazin bikevin heremên me. Di sala 2023’an de 8 fermandarên DAÎŞ’ê ê ku dixwastin têkevin herema me hatin kuştin.
Niha rewş li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi vî rengî ye. Mijara DAÎŞ’ê hem di mile ewlekarî de hem jî di mile siyasî û huquqî de mijarekî zindî ye. Me berê jî xwestibû ku mahkemeyekî navdewletî ji bo darizandina DAÎŞ’iyên ku qirkirin li ser gelê me pêkaniye ava bibe. Heta niha hîna erekirin an jî hewldanek derneketiye. Ama em bi israrin ku wan di herema xwe de bidarîzînin. Her çiqasî tekoşînekî mezin li hemberî DAÎŞ’ê tê meşandin jî pêwîste derfetên ku DAÎŞ jê sûd digre were rakirin. Êrîşên dagirkeriya Tirk nefes dide DAÎŞ’ê. Di dîrokê de jî êrîşên dagirkeriya Tirk û DAÎŞ’ê hertim hemwext bûne. Dema me xwestiye operasyon li dijî DAÎŞ’ê pêkbînin dewleta Tirk hertim xwestiye asteng bike. Aslinda dewleta Tirk dixwaze tola DAÎŞ’ê rake.
Wekî encam DAÎŞ tenê bi tekoşîna leşkeri ve naqede. Pêwîste navendên ku DAÎŞ’ê finanse dike bê tunekirin. Di medyaya dijital de çavkaniyên wî bê zuhakirin, mijara zindan û kampê bê çareserkirin. Girtiyên DAÎŞ’î ji bo ku bibe îbret bên cezakirin. Li ser van esasan gelek plan û proje di milê me de hatine danîn.