NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê de li bajarê Heseke 4’emîn Kongreya xwe li dar bixe. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekariya vê kongre civîn tên li darxistin.
Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê îro li Şehba, Reqa, Minbicê û Dêrazor ji bo amadekariya Kongreya xwe ya 4’emîn civînan li dar xist.
Li Şehbayê civînekî ji bo endamên tevgerê li navçeya Fafînê hat li darxistin. Civîn bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest pê kir û piştre rêziknameya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat xwendin. Piştî wê derbarê kongre û pêşerojê tevgerê nîqaş hatin meşandin. Ciwanan destnîşan kirin ku ciwanên Efrîn li ser esasê êşên ku dibînin û berxwedaniyê ku dikin wê li beramberî dijmin şer bikin. Di dawiyê civînê de siloganên “Bê Serok jiyan nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berz kirin.
Her wiha, li bajarê Reqa, li gundên El-Rûs, Muharaq Kabîr û El-Mugheyrat yên Minbicê û li bajarokê Sûrê yê Dêrazor jî civîn hatin lidarxistin. Civînan bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî wê rêziknameya Tevgera Ciwanên Şoreşger hat xwendin. Piştre nîqaş derbarê li darxistina Kongre hat vekirin.
Reqa:
Minbic:
Dêrazor: