STENBOL – Rêxistinên ciwanan nerazîbûn nîşanî binçavkirin û girtinan dan û gotin, “Ne ciwan ne jî jin serî li ber girtin û îşkenceya we nadin.”
Rêxistinên ciwanan ên Stenbolê, binçavkirin û girtinên ku di meşa ji bo bîranîna Îbrahîm Kaypakkaya, Hakî Karer û Dortler di 18’ê Gulanê de li Kolana Halîtaga ya Kadikoyê pêk hatin şermezar kirin. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn û Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Îzmîrê Burcugul Çubuk jî amade bûn. Di çalakiyê de ku pankarta “Zext û îşkence nikarin ciwanan bişkînin.” “Ji girtiyên siyasî re azadî” hate vekirin de gelek caran dirûşmên “Bi binçavkirin, girtin û zext nikarin me bitirsînin” û “Girtiyên şoreşger rûmeta me ne” hatin qîrîn.
Parlamentera Partiya DEM’ê Burcugul Çubuk a destpêkê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku bîranîna şoreşgeran rewa ye û got, “Rastiyeke ku her şev dikeve kabûsa hikûmetê heye. Li Tirkiye û Kurdistanê vîn û ruhê şoreşgerî heye.” şikestin hê jî dijî û hê jî têdikoşe, sînorên xwe xêz dike û bi rewatiyê dimeşe.”
Çalakî bi sloganan dawî bû.