Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Mîhrîcanên propagandaya hilbijartinên hatin li dar xistin

Edîtor: Çekdar Amed
26/05/2024 - 23:13
di nav Giştî
Reading Time: 4 mins read
A A
Mîhrîcanên propagandaya hilbijartinên hatin li dar xistin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku propagandaya hilbijartinê ya hilbijartinên şaredariyan ji 26ˊê Gulanê heta 10ˊê Hezîranê dest pê dike.

ˊTifaqa Gelan û Jinan a ji bo azadiyêˊ ku beşdarî hilibijartinan dibe, li Hesekê û Qamişlo yên kantona Cizîrê, kantona Minbicê, kantona Reqa û bajarê Kobanê yê kantona Firatê mîhrîcanên propagandaya hilbijartinê li dar xistin da ku namzetên bide nasîn û bernameya hilbijartinê aşkera bike.

QAMIŞLO

Di propagandaya hilbijartinê a Tifaqê ya li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo de xelkê ji Amûdê, Qamişlo, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Dêrik, Til Koçer û Til Hemîsê beşdar bûn.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah got: “Ev hilbijartin destkeftiyeke dîrokî ya gelên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, berdewama têkoşîna dîrokî ya pêkhateyên herêmê û fedakariya bi hezaran keç û xortên wê ne.”

Endamê Sekreteriya Giştî ya Desteya Niştîmanî ya Erebî Hikmet Hebîb got: “Tifaqa Kurd, Ereb, Suryan û jin di lîsteya me de peyamek e ji bo gelê Sûriyê ku em xwedî projeyeke demokratîk in û em ê di vê projeyê de ku ew wek çareseriya krîza Sûriyê ye, berdewam bin. Beşdariya di vê projeyê de jî erkekî niştîmanî û neteweyî ye. Namzetên lîsteya me jî dê xizmeta pêkhateyên herêmê bikin.”

Her wiha, hevserokê Partiya Yekitiya Suryanî Senherîb Bersûm li ser girîngiya stratejîk a vê destkeftiyê ji bo hemû pêkhateyên herêmê yên ku bi salan bindest bûn, axivî û bang li hemûyan kir ku dengê xwe bidin.

Piştre namzetên Tifaqê yên şaredariyên Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Girkê Legê, Til Koçer, Til Hemîs û şaredariyên herêmê ku bi giştî 66 namzetên 33 şaredariyan in, hatin diyarkirin.

REQA

Li Reqayê mîhrîcan li yarîgeha beledî hat lidarxistin. Di mîhrîcanê de berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya beşdarî Tifaqê bûye Xod El Îsa axivî û got: “Tifaqa me xizmetî armancên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê di oxira azadiyê de şehîd daye dike.”

Xod wiha domand: “Jin bi nasnameya xwe beşdar dibe û dengê xwe dide. Li pêşberî van fedakariyên şehîdan em ê jineke xurt bigihînin ku civakeke demokratîk bi vîna gel ava bike. Ji lew re em bang li gelê xwe dikin berê xwe bidin sendoqan.”

Hevseroka Partiya Sûriya Pêşerojê Kewser Doko jî got: “Gelê yê Reqayê em jidayikbûneke nû ya dîrok jidayikbûna avakirin û şaristaniyê, avakirina şaredariyên demokratîk radigihînin. Em dizanin ji 60 salî ve Sûriye di vê qonaxê re derbas nebûye. Em hilbijartinên demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin.”

Li ser navê ˊTifaqa Gelan ji bo Avakirin û Pêşketinêˊ bang li gelê xwe dikin ku di 11ˊê Hezîranê de berê xwe bidin sendogên dengdanê.

Dûre beşdarên Tifaqê li ser dikê sekinîn û xwe dan nasîn. Piştre stranên Erebî û Kurdî ji hêla koma Navenda Çandê ya Reqayê ve hatin pêşkêşkirin.

MINBIC

Bi sedan xelkê Minbic li yarîgeha beledî kom bûn û beşdarî mîhrîcana propagandaya hilbijartinê ya ˊTifaqa Gelan û Jinan ji bo azadiyêˊ bûn. Di mîhrîcanê de hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê Ebid El Hamid El Mihbaş axivî û got: “Ev qonaxa hilbijartinan girîng e. Pêdivî bi hewldan û kedên zêde heye ku pêşketin misoger be û mafên tevahî pêkhateyan pêk bê.”

Berdevka Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê Ruweyda Hinêzil axivî û got: “Ji ber bawerî û vîna me ku civakeke demokratîk li ser bingeha îdeolojî û azadiya jina demokratîk pêk bînin me ev qonaxa ber bi azadiyê ve avêt.”

Dûre namzetên Tifaqê li ser dikê xwe dan nasîn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Turnoveya Şehîd Bişeng Brûsk a Cizîrê dest pê kir

Nivîsa Pêş

Turnoveya Meclîsa Werzîşê ya Dêrazorê bi dawî bû

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Turnoveya Meclîsa Werzîşê ya Dêrazorê bi dawî bû

Turnoveya Meclîsa Werzîşê ya Dêrazorê bi dawî bû

ROJEVA 1’Ê GULAN 2024’AN

ROJEVA 27'Ê GULAN 2024’AN

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê 2 Ciwan Birîndar Bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.