NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsiyatîfa Jinên Tolhildêr diyar kir ku şeva23’ê Gulanê saet di 23.30’an de li avahiya 7 qatî ya Wanê ku polîsên Tirk û çawişên pispor lê diman, bi teqemeniyên bidestçêkirî çalakiyek ji sê aliyan ve hatiye lidarxistin.
Înîsiyatîfê der barê detayên çalakiyê de ev agahî da: “Şeva 23’ê Gulanê saet di 23.30’an de li Taxa me ya Altintepeyê di encama çavdêriya beriya niha ya Wanê de li avahiya 7 qatî ya bi navê “Guneş Apart” tê binavkirin hemû polîsên bi cil û bergên şexsî, polîsên tevgera taybet û pispor hatin tespîtkirin. Li ser vê yekê ekîbên me bi bombeyeke teqemeniyê bi awayekî bi bandor ji sê milan li wî xistin.”