QAMIŞLO – Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi deh hezaran şervanên azadiyê birîndar bûn û şehîd bûn. Her wiha, birîndarên şer dev ji erkên xwe yên beramberî gelê xwe bernadin.
Welatparêz û birîndarê şer Aram (Mihemed Selîn) bi Ajansa Nûçe Ciwan li ser xebatê rêxistinî berî şoreşa Rojava, li ser tevlîbûna xwe ya şer û li ser helwestê xwe beramberî erkên xwe axivî.
ME BI DIZÎ KAR DIKIR
“Navê min ê heqîqî Mihemed Selîn e, navê min ê herekî Aram e. Di dest pê kê partiyê, di sala 1983’an de, min partî nas kir. Ez dikarim bêjim heya 2007’an. Wê demê, di rewşa diniyayê de, di rewşa Sûriyê de, guhertin çêbû. Bê guman heval li vê derê hebûn. 2008’an heval li vê derê hebûn. Em her tim cem wan bûn, em di nav wan de bûn. Karê ku ji me dihat xwestin me dikir, ew jî bi dizî bû.”
DI ŞERÊ SERÊKANIYÊ DE EM TEVLÎ HEVALAN BÛN, ÎRO JÎ EM DÎSA AMADE NE
“Heya şerê Serêkaniyê, 2011. Di şerê Serêkaniyê de em tevlî hevalan bûn, resmî. Di gelek şeran de ez tê de mam, gelekî mam. Dema ez li Şedadê birîndar bûm nayê bîra min kîjan salê bû. Ji zû de ez birîndar bûm. 2016 bû, 2017 bû, teqrîban wilo ez li Şedadê birîndar bûm. Şehîdên me jî hene. Keçika min şehîd ket. Kurê birayê min kadro bû, şehîd ket. Keça xwîşka min kadro bû, şehîd ket. Yanî şehîdên me pir in, gelek şehîdên me hene. Bê gûman, heya îro em bi şehîdên xwe re ne, em bi rêxistina xwe re ne, em bi Serokê xwe re ne. Çi îro ji me tê xwestin em amade ne. Niha şer dest pê bike em dîsa amade ne.”
DESTÊ MIN BIRÎNDAR BÛ
“Ez însanekî birîndar im û nexweşî jî bi min re çêbû. Ez bi destê xwe birîndar im. Ez li gelek cih birîndar bûm, lê ya gelekî yê destê min e. Destê min vir çênabe. Ez endamê komînê me. Berî ez serokê komînê bûm, dema ez nexweş ketim, min erkê xwe hişt, min nikarîbû, hevalan ji min re gotin. Ev sê sal ez nexweş im.”