HELEBCE-Du xwendevanên Zanîngeha Helebceyê di pêşengehek hunerî de tablo û wêneyên xwe pêşandan û ragihandin ku piraniya xebatên xwe di çarçoveya rewş û jiyana mirov, dayîk û zarokan deye.
Li Koleja Zanistên Pratîk a Helebceyê bi sernavê ‘Em hestên xwe bi kelecan eşkere dikin; em bi hezkirin nîşan didin’ pêşangeheke hunerî hat vekirin.
Evîn û Besoz du xwendevanên beşa hunerî ya Koleja Zanistên Pratîk a Helebceyêne. Her du xwendevanên xwedî jêhatinên hunerî, di pêşengeha îro de wêne û tabloyên xwe pêşkêşî xwendevan, mamosta û hevalên xwe kirin. Wek bi xwe dibêjin, berhemên wan ji çend tablo û karên hunerî yên bi rêya bizmarî û derziyê pêk tên.
Evîn Celal ku wêne û tabloyên xwe di pêşengehê de nîşan daye wiha ji Rojnews’ê re axivî: “Ev pêşangeha me ya yekeme ku ji me re hatî vekirin. Me bi şêwazî bizmarî û derziyê tabloyên xwe çêkirine. Her wiha hevala min jî bi xêzkirina çend tabloyan beşdar bûye. Di tabloyan piraniya xwe me hewldaye, mirov, dayîk û zarokan îfade bikin.”
Evîn di dewamê de da zanîn ku ev pêşengeh ji bo wan giringe û wiha pê de çû: “Ji zarokatiya xwe ve ez ji vî karî hez dikim. Ji ber xwendina zanîngehê sê salbûn min dev jê berda bû. Niha ev saleke min dest bi karê xwe kiriye. Hezkirina min jê re hebû û min xwe pêşxist.”
Çavkani: Rojnews