DÊRAZOR – Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku propagandaya hilbijartinê ya hilbijartinên şaredariyan ji 26ˊê Gulanê heta 10ˊê Hezîranê dest pê dike.
ˊTifaqa Gelan û Jinan a ji bo azadiyêˊ ku beşdarî hilibijartinan dibe, îro li Dêrazor şahiyekî propagandya hilbijartinê li dar xist da ku namzetên bide nasîn û bernameya hilbijartinê aşkera bike. Duh jî li Hesekê, Qamişlo, Minbicê, Reqa û Kobanê şahî bi heman rengî hatin li darxistin.
Hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û hêzên leşkerî yên Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) li Navenda Yekîtiya Civaka Sîvîl amade bûn ji bo şahiyê.
Di serî de ji bo bîranîna tevahî şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştî wê hemû namzeyên ji bo hilbijartinên şaredariyên Dêrezorê hatin danasîn û li ser hedefê xwe ji bo van hilbijartinan axivîn.
Nûnerekî Kombûna Jinan a Zenobiya axivî û endamekî Partiya Sûriyê Pêşerojê helbestekî got.
Di dawiyê de bi beşdariya hemû gel dîlan hate girtin.