HAMBÛRG – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li parka Sternschanzen a navçeya Sternschanze ya Hambûrgê hatin cem hev û li dijî hedefgirtina modernîteya kapîtalîst a civakîbûnê çalakiyek civakî li dar xistin.
Ciwanên ku badmînton û tenîsa maseyê dilîzin piştî lîstikan li dijî polîtîkayên şerê taybet nirxandin kirin.
Di nirxandinan de hate gotin ku divê ciwanên Kurd ên li dîasporaya Ewropayê dijîn, ji bo têkbirina polîtîkayên şerê taybet ên dijmin werin cem hev û çalakiyên bi vî rengî li dar bixin.