DIRBESIYÊ- Di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de endamên Yekitiya Jinên Ciwan ên li navçeya Dirbesiyê bi şîara “Çawa Bijîn?” Li ser navê Şehîd Arîn kampa perwerdeyê vekirin.
Li kampa ku 12 jinên ciwan lê amade ne, jinên ciwan perwerdeyê dibînin û li ser çawaniya avakirina sîstema Netewa Demokratîk li dijî pergala Kapîtalîst, erk û berpirsyariyên ku divê li hember esareta Rêber APO bigirin ser xwe û fizikî azadiya Rêber APO mîsoger bikin. Her wiha fikir û felsefeya Rêber APO çawa bihinîn hemû jinên ciwan niqaşan pêşdixinin.
Di roja yekem a dewreya perwerdeyê de dayika Şehîd Arîn ji jinên ciwan re qala têkoşîna şehîd Arîn a jiyanî kir.
Hat diyarkirin ku kampa “Çawa bijîn” wê 10 rojan dewam bike.