NAVENDA NUÇEYAN- Rêber APO ku li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a bi Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin, 39 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Parêzerên Rêber APO ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin. Parêzeran ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.