BERLÎN – Li Zanîngeha Berlînê ya bajarê Berlînê yê Elmanyayê ji aliyê aktîvîstên YXK û JXK’ê ve panelek hat lidarxistin. Di panelê de azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate nîqaşkirin.
Wek axaftvan di panelê de Azadî e.V., rêxistina alîkariya qanûnî ya ji bo çalakvanên Kurd, û Ferat Koçak ji partiya “die Linken” amade bûn.
Di panelê de; Di nav mijarê de doza komploya Kobanê, Bakurê Kurdistanê û girtinên siyasî yên DEM’ê niqaşan hatin kirin.
Her wiha li ser rol û mîsyona ciwan û xwendekaran hat axaftin.
Di dawiya panelê de azadiya Rêber APO û hemû girtiyên siyasî hate xwestin.