BEHDÎNAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û got: “27’ê Gulana 2024’an saet 03:45’an de li asîmanê Qendîlê balafira keşfê ya bi tîpa SÎHA ya AKSÛNGÛR a dewleta Tirk ji aliyê hêzên me ve hatiye xistin.
Piştî daxuyaniya HPG’ê Gerîla TV jî dîmenên bi 3 kamerayên cuda yên ku xistina SÎHA’ya AKSÛNGÛR kişandibûn weşand.
Di dîmenan de tê dîtin ku SÎHA’ya AKSÛNGÛR ku ji aliyê gerîlayan ve hatiye hedefgirtin, pêşî hevsengiya xwe winda kiriye, ketiye xwarê û perçe perçe bûye.