MINBIC – Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ji bo ravekirina rewşa leşkerî ji gel re, bi taybet di dema dawî de ku êrîşên dijwar li ser Minbicê û gundewarên wê rû didin, civînek li dar xist. Endamên hemû saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Koma Jinan a Zenobya beşdar bûn.
Civîn bi deqayeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Piştî wê berdefkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê yê bi navê Îbrahîm rewşa leşkerî li herêmê vegot. Îbrahîm da diyar kirin ku qonaxê pêş qonaxekî zehmet e lê wê bibe qonaxê serkeftinê. Piştre hevserokê Desteya parastinê ya Minbicê Huseyn Osman hin mijarên leşkerî şîrove kir û diyar kir ku pêşketina xwe rêvebirina li herêmê di salên dawî de yek ji sedemên ji bo bilindkirina êrîşên dijmin.
Piştî wê cih ji bo pirs û nîqaş hat vekirin. Partiya Sûriya Pêşerojê destnîşan kir ku hem di milê lojîstîk de hem di milê leşkerî de amade ye ji bo piştgirî bide Meclîsa Leşkerî ya Minbicê. Berdevkê Meclîsa Malbatên Şehîdan Ebu Ebdû jî ku ew her tim amade ne ji bo ku alîkarî bidin Meclîsa Leşkerî.