DÊRAZOR – Rêxistinên Civaka Demokratîk û Yekîtiya Parêzeran li Dêrezorê komxebatekî derbarê biriyarê dadgehên Tirkiyê yê darizandina kes ku pişgiriya berxwedana Kobanê kirin li darxist.
Civîn bi amadebûna endamên saziyên sîvîl û tevgerên civakî li salona Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Dêrezorê hat li darxistin. Mêvan ji Kobanê û Minbicê Fayîz El-Beîk, Enwer El-Asr, Firas Kobani, Elî El-Şattî jî amade bûn û hatin pêşwazî kirin.
Komxebat bi deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir.
Piştre bi giştî li ser berxwedana Kobanê û piştgirî ku ji Bakurê Kurdistanê hat kirin û li ser doza dewleta Tirk li hemberî wê agahî hatin parve kirin. Her wiha, bê hiquqiya vê dozê hat destnîşan kirin û nîqaş hat vekirin.