NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Alî Îsmaîl Korkmaz ên HBDH’ê gotin, “7’ê Gulanê saet di 03:55’an de li ser rêya Edene-Mersînê trafoyekî TEDAŞ’ê bi teqemeniyan hate teqandin. Di encama çalakiyê de trafo bi temamî têk çû.
11 sal berê gelên Tirkiye û Kurdistanê berxwedan li dîroka bindestan zêde kirin. Berxwedana Geziyê bersiva êrîşên li ser azadiya gelan e, îsyana li dijî zilma faşîzmê ye. Bi Berxwedana Geziyê re hat dîtin ku afirîneriya şoreşgerî û însiyatîfa girseyan çi kariye; komun, meclîsên taxan, forûmên taxan û hwd. rêxistinan tecrubeyên girîng eşkere kirin.
Geziyê careke din girîngî û pêwîstiya şerê şoreşgerî ji bo derbaskirina sîstema heyî nîşan da û bû banga geşkirin û berfirehkirina şerê şoreşgerî.”