NAVENDA NUÇEYAN- Artêşa dewleta Tirk a dafirker şevê din li çoltarê gundê Tasûhê yê navçeya Xîzan a Bedlîsê operasyona leşkerî da destpêkirin. Gelek leşker û cerdevan tev li operasyonê bûne û hêj didome.
Hat zanîn ku leşkeran li gundê navborî bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên malan de welatiyê bi navên Secattîn Karabaş ê 76 salî û Şeref Yilmaz ê 75 salî hatin binçavkirin.