QAMIŞLO – Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî xurtkirin û pêşxistina tevlêbûna jinan di hilbijartinan de ku dê 11`ê Hezîranê pêk werin, semînerek da. Endamên Partiya Sûriya Pêşerojê yên ji Qamişlo, Til Hemîs, Tirbespiyê, Til Koçer û Çilaxayê, tev li semînerê bûn. Semîner bi dirûşma “Ji bo piştgiriya tevlêbûna jinan di pêşxistina hilbijartinan de” li dar ket.
Jinên Ciwan ku beşdarî semîner bûn bi Ajansa Nûçe Ciwan derbarê hilbijartinên şaredariyê axivîn. Di axaftina xwe de girîngiya hilbijartina xweser a jinan diyar kirin.
Reşa Îsa, berdevka ciwanên Partiya Sûriyê Pêşerojê wiha got: “Îro di bin dirûşmeya “Piştgirî û xurtkirina beşdariya jinan û pêşxistina xebatên wê yên hilbijartinê” semînerekî hat li dar xistin. Ev yekem car e ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xwesertî beşdarî hilbijartinan bibin. Da ku jinan xurt bikin, wan pêş bixin û wan bi rêxistin bikin, rêxistinên weke Kongra Star û Koma Jinan a Zenobiya ketin nava xebatên hilbijartinê. Berî rola jinan nînbû, di nav siyaset û eskertî de cih nedigirtin. Niha jin hebûna xwe, hêza xwe û nirxê xwe îspat kir.”
Ecayeb El-Salem, berdevka Partiya Sûriya Pêşerojê jî wiha got: “Partiya Sûriyê Pêşerojê semînerekî ji bo piştgirî û pêşxistina rola jinan di pêvajoya hilbijartinê de li dar dixe. Carê yekem jin sedî pencî cih serbixwe ji xwe re digirin. Ev bûyerekî girîng e ku di herêmê me de diqewime.”
Her wiha, Partiya Sûriya Pêşerojê û 22 partî û rêxistin dê bi navê “Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê” tev li hilbijartinan bibin.
Di semînerê de Hevpeymana Civakî û tevlêbûna jinan a di hilbijartinan de hatin nîqaşkirin.
Hevseroka meclisa partiyê ya şaxê Qamişloyê Welîde Îsmaîl mijara yekemîn a semînerê bi rê ve bir û got: “Misogerkirina mafên jinan di Hevpeymana Civakî de, berhema têkoşîn û fedakariyên jinên Kurd, Ereb û Suryan û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”
Her wiha berdevka Meclisa Jinan a Sûriyeyê şaxê Qamişloyê Welîde Hesen mijara duyemîn bi rê ve bir û got: “Hilbijartin ji bo jinan gelekî girîng in. Jin dê bi awayekî wekhev bi mêran re tev li hilbijarinan bibin. Ji bo jinan ev mîraseke hişmendî û dîrokî ye, ji ber ku berhema têkoşîn û vîna jinan, şehîd û pêşengên şoreşê ye.”
Welîde wiha domand: “Bi tevlêbûna jinan di hilbijartinan de, dê edaleta civakî xurttir bibe, dê birêvebirina karê giştî bi pêş bikeve û guhertin di karê saziyan de çêbe.”
Der barê rola jinan a di biryaran de jî Welîdeyê got: “Jin di cihên dayîna biryaran de, bibin mînak. Bi rêya lidarxistina diyalogên avaker, nêrînên cuda nêzî hev bikin,.”
Di dawiya semînerê de beşdaran destnîşan kir ku şoreşa Rojava, rê li pêşiya jinan vekir û bû tovika pergala demokratîk û banga parastina destkeftiyan hate kirin.