NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya Pêngava “Em bi Têkoşînê re bibin yek Rêber APO azad bikin” ragiahnd ku li du noqteyên cuda yên Amedê li dijî firoşkarên tiryakê û sûka Şokê bi teqemeniyên destçêkirî çalakiyek li dar xistin e.
Têkildarî daxuyaniyê YCWK’ê ev agahî da:
1) Çalakiya YCWK Amed Yekîneyên Şehîd ZÎLAN TOLHILDAN li navçeya Rêzan a Amedê.
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” 26’ê Gulanê saet di 01.00’an de li Amed Rêzan li dijî bazirganên tiryakê bi teqemeniyên destçêkirî çalakiyek li dar xistin. Em ê li Kurdistanê li dijî hevkar, çete û tiryakfiroşan her tim çalakiyan li dar bixin. Ciwanên Kurdistanê wê ti carî van polîtîkayên şerê taybet qebûl nekin û li dijî lîstikên bi vî rengî her tim têbikoşin.
2) Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Amedê!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” 27’ê Gulanê saet 23:10’an de yekîneyên me yên YCWK’ê li dijî bazara ŞOK’ê ya li Taxa Huzurevlerî ya Amedê çalakiyek li dar xist. Bi vê çalakiyê em balê dikişînin ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO û bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku ji bo azadiya Rêber APO biqîrin.