REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê de li bajarê Heseke 4’emîn Kongreya xwe li dar bixe. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekariya vê kongre civîn tên li darxistin.
Îro jî Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê bi endam û perwerdekarên ofîsên girêdayî xwe re civînekî li dar xist ji bo amadekariya kongreya Ciwanên Şoreşger. Girîngiya kongreya tevgera ciwanan hat şîrovekirin. Her wiha, erkên ku dikevin ser milên ciwanan ji bo berfirehkirina qada rêxistinî û dîtina çareseriyên guncaw ji bo pirsgirêkên ku ciwanan rû bi rû dimînin hatin vegotin.