NAVENDA NUÇEYAN- Daxuyaniya Fermandariya Eyaleta Amedê wiha ye:
“Li parêzgeha me ya Amedê bi berfirehî agahî gihîştine me ku kesên bi navê Fuat Yalçin û Murteza Karademîr li ser navê Tevgera me pereyan ji mirovan kom dikin, lê di esasê xwe de sîxurên dijmin dikin, hewl didin gelê welatparêz bixapînin û xizmeta dijmin bikin. Divê hemû gelê me û derdorên me yên welatparêz li hember van kesên ku navên wan tê gotin hişyar bin, ji van kesan bawer nekin û rê nedin wan di nava xwe de. Haya me ji hemû çalakiyên ajantiyê yên li dewletê tên kirin heye û em dixwazin teqez bikin ku yek ji wan jî bê bersiv namîne. Em diyar dikin ku ji kesên ku bi awayên curbecur zirarê didin gelê me yê welatparêz û destên xwe bi xwîna gerîlayan qirêj dikin em ê teqez hesab bipirsin.”