QAMİŞLO- Di çarçoveya propagandaya hilbijartinên 11’ê Hezîranê de ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ îro li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê şahiyek li dar xist.
Di şahiyê de her du namzetên hevseroketiya Şaredariya bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh ji bo danasînê bi gel re civiyan.
Bêrîvan Omer û Stêfo Îşûh di civînê de axivîn. Bêrîvan Omer diyar kir ku ew dixwazin bi komîn û meclîsan re tev bigerin da ku nêrînên gel esas bigrin. Her wiha Bêrîvan Omer bal kişand ser rewşa kesên temenmezin, zarok û astengdaran û da zanîn ku ji bo jiyaneke bi tendurûst, projeyên wan hene.
Stêfo Îşûh jî di axaftina xwe de qala girîngiya hilbijartinên şaredariyan kir û gotinên xwe wiha domand: “Em bi hêvî ne, gelê me bi rêya komînan dengê xwe bighînê me.”
Piştî ku her du namzet hatin danasîn, şahî dest pê kir.
Di şahiyê de broşûra bernameya ˊHevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyêˊ hat belavkirin û beşdaran tevî namzetan govend gerand.