REQA – Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê wê di 1’ê û 2’ê Hezîranê de li bajarê Heseke 4’emîn Kongreya xwe li dar bixe, bi şîara “Bi ruhê 1’ê Hezîranê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin”. Li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo amadekariya vê kongre civîn tên li darxistin.
Îro danê êvarê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Reqa ji bo ku bal bikşîne li ser kongreya xwe, meşekî erebe li dar xist. Meş ji navenda ciwanan a Reqayê destpê kir û heya taxa Karad berdewam kir. Meş bi berzkirina slogana “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.