DIRBÊSIYÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbesiyê îro li gundê Til Kermê kampa xwe ya perwerde ya “Çawa Bijîn”, dewre Şehîd Arîn Zagros bi şahiyekî bi dawî kir.
15 jinên ciwan beşdarî perwerde bûn yê ku 5 roj berdewam kir. Şahî bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hat destpêkirin. Piştî wê ji aliyê Jinên Ciwan stran hatin pêşkêşkirin. Xelat ji bo malbata Şehîd Arîn û hemû endamên perwerde jî hatin dayîn. Şahî bi dîlan bi dawî bû.