NAVENDA NUÇEYAN- Biryar bû ku îro û sibe Kongreya 4’an a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê bi dirûşma ’’Bi rihê Pêngava 1’ê Hezîranê em ê xwe bi rêxistin bikin, dagirkeriyê têk bibin û azadiyê fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’’ li bajarê Hesekê pêk hatiba.
Li gorî Komîteya Amadekar a Kongreya 4’an a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, kongre ku diviya îro (1’ê Hezîranê) destpê kiriba û sibe bi dawî bibûya, ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê hat taloqkirin.
Dema ku dê kongre were lidarxistin hîna diyar nebûye.