NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di 23’ê Gulanê de li navçeya Tarsûsa Mêrsînê qemyoneke bi wesayîtan barkirî bû hedefa milîsên Viyan Soran.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Di çalakiya hêzên me yên ku 20’emîn salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê silav kirin de, kamyonek û 7 maşîneyên barkirî hatin şewitandin û rûxandin.”
Daxuyanî wiha ye:
“Ji bo silavkirina Pêngava 1’ê Hezîranê ji aliyê Milîsên HBDH’ê ve çalakiyek!
Di 23’ê Gulanê de li navçeya Tarsûsa Mêrsînê qemyoneke bi maşînên barkirî bû hedefa milîsên Viyan Soran. Di çalakiya hêzên me yên ku 20. salvegera Pêngava 1’ê Hezîranê silav kirin de, kamyonek û 7 maşîneyên barkirî hatin şewitandin û rûxandin.
Gelê Kurd ku ev sed sal in di nava zîhniyeta qirker de têkoşîna hebûnê dide, li dijî plana hilweşînê ya di Tîrmeha 2015’an de li çiya, bajar û zindanan dabû destpêkirin, li ber xwe da û dijminê qirker gihandiye asta hilweşînê. Ev têkoşîna ku 19 sal in bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê berdewam dike, îro bi lehengî derbe li pey derbeyê li artêşa Tirk a dagirker xistiye asta herî jor. Rejîma faşîst a Tirk a bêhêvî, bi desteka NATO û hevsengên din ên faşîst ên navneteweyî, li bajar û çiyayan bi her cure îşkence û bêexlaqiyê êrîşî civakê dike. Her roj gazên qedexe li dijî gerîla bi kar tîne. Dema ku Kurdistan tê dagirkirin û gazên qedexe tên bikaranîn, bila kes bêdeng nemîne. Çawa ku têkoşîna gerîla têkoşîna hemû civakê ye, serketina wê jî serkeftina hemû gelan be. Li ser esasê têkoşîna hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê li dijî êrîşên rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya li ser tevahiya civakê, divê dijminê qirker bi berfirehkirina eniya antî-faşîst û bi tevahî berxwedanê li hemû bajar û metropolan were hedefgirtin. gerîlla.
Bi rihê Tevgera 1’ê Hezîranê ku bingeha Pêvajoya Şerê Gel ê Şoreşgerî ku di sala 2010’an de li dijî zîhniyet û siyaseta qirker a faşîst hat destpêkirin, em ê dijminê ku wê Şoreşa Yekbûyî ya li dijî faşîzmê û dagirkerî hîn zêdetir bimeşîne.
Bijî HBDH!
Bijî Pêngava Şoreşgerî ya 1’ê Hezîranê!
Bijî Têkoşîna Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan.”