REQA – Rêxistinên civaka demokratîk ên kantona Reqayê têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek dan. Daxuyanî ji aliyê hevserokê Rêxistinên Civaka Demokratîk rêheval Rodîn Mistefa ve hate dayîn. Di vê çarçoveyê de wê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker gund û bajarokên herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber nêzîkbûna hilbijartinên şaredariyan ku di 11’ê Hezîranê de pêk werin, kirine hedef.
Her wiha, Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Reqayê ji bo bersivdayîna êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ji bo raya giştî:
Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe û gefên xwe yê li ser herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike, bi hincetên saxte ji bo dagirkeriyê xwe, da ku tevlîhevî û bê aramî bidin avakirin û tecrûbeya demokratîk û modelê jiyana hevbeş bi dawî bikin.
Bê guman, mafê gelê Sûriyê li herêmên bakurê rojhilatê Sûriyê heye ku nûnertiya xwe bike û nûnerên xwe bi awayeke azad û demokratîk di şaredariyên xwe de hilbijêrin, da ku ew jî ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyan re kar bikin. Ev mafekî hemû kesên ji Sûriyê ye û zirar nade serweriya Sûriyê. Berovajî wê, hevgirtin di navbera pêkhateyên cuda yên li Sûriyê zêde dike û rastiyê xizmetguzarî û rêveberiyê di hemû herêmên de baştir dike.
Gef û êrîşên Tirkiyê yên niha û yên berê, armanca vegerandina hegemonyaya Osmanî, kontrolkirina çarenûs û paşeroja gelên herêmê û rêgirtina li pêşketina îradeya gelêrî ya demokratîk ku avakirina civakê armanc dike û dixwaze biryarên xwe ji nû ve bide, pêk tîne.
Em weke Meclisa Rêveber a parêzgeha Reqayê destwerdan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên me şermezar dikin û em bang li gelê xwe û hemû pêkhateyên xwe dikin ku bibin yek û israr bikin li ser biriyara xwe di birêvebirina herêmên xwe de û parastina herêmên xwe ji hemû hewldanên tasfiye, tinekirin û înkarê.
Her wiha, em bang li Neteweyên Yekbûyî û kolîsyona navdewletî dikin ku helwestên cidî û pratîkî li hember siyaset û kiryarên Tirkiyê yên destdirêjker ên ku qanûn û peymanên navdewletî binpê kirine û metirsiyeke mezin li ser herêmê û çareseriya aştiyane ya Sûriyê çêdike, bistînin.
Meclîsa Rêveber a Reqayê
1’ê Hezîranê 2024”