HESEKE – Di 27’ê Gûlanê de Hêzên Parastina Gel (HPG) balafirekî bê mirov a “Aksungur” a dewleta Tirk a dagirker hilweşand. Bi dest xistina teknolojiya xistina balafirên bê mirov di Newrozê de ji aliyê HPG hat ragihandin.
Ciwanê Heseke bi navê Rênas derbarê xistina balafirên Tirk ji aliyê gerîla ve, wateyê wê û erk û berpirsiyartiyên ciwan û gel axivî.
GERÎLA RIHÊ MILET E
“Herî dawî buyerên ku li çiyayên Kurdistanê çêdibin, ji xwe Heval Cemal mizgînî da miletê me di Newrozê de. Kêfxweşiya miletê me zêdetir bû. Ew mizginî ne tenê mizginiyek bû, nameyekî ji bo hemû cîhanê bû, em ji hemû diniyayê re dibêjin, kurd em hene, çi li hemberî me bidin şokolandin, nikarin îradeya me bişkînin û nikare me îmha bike. Hevalên me yên çiya 15 keşif ên dewleta tirk daxist, vala derxist. Weke em dizanin dewleta tirk hêza duyemîn a NATO ye, lê ruxmê silahên wê yên pêşketî, ruxmê eskerên wê tu encam nikare bigire. Hemû diniya li dijî gerîla bibe yek jî vala ye, tu encam nagire, ji ber gerîla xwedî îrade ye, îradeyekî pir mezin. Îradeya gerîla tu carî nayê şkenandin. Îradeya me pir xurt e. Rûxmê silahên qedexekirî yên kîmiyasal tên bikaranîn nikarin îradeya hevalan bişkînin, îradeya hevalên me xurtir bû. Gerîla rihê milet e. Ji bo gerîla tune bikin pêwîst e milet tune bikin, milet jî nayê tune kirin.
NE TENÊ MIZGÎNIYEKÎ, NAMEYEKÎ JI BO HEMÛ CÎHANÊ YE
Heya kêliya herî dawî her ciwanê kurd, her kes ku dibêje ez welatparêz im, her kesê ku xwedî wijdan be wê piştgiriya gerîla bike. Gotina dewleta Tirk vala ye, gelê kurd nayê tune kirin, gerîla nayê tune kirin, ji ber xwedî îradeyekî pir hişk e, nayê tune kirin. Îradeyekî ye ku ewqas sal li hemberî dewleta NATO ya duyemîn, li hemberî diniyayê şer dike û tune nebû. Rûxmê îmkanên gerîla yên basît, rûxmê zor û zehmetî yên erdnîgarî, yên çek û hemû zehmetî ku heval li çiya dibînin, rûxmê hemû derfet ji wan re hatin qutkirin, 15 keşifên dewleta Tirkiyê yên cûr bi cûr hilweşandin û dîmen jî dan. Ev tişt em nikarin bêjin tenê mizginiyekî ye. Ev nameyekî ji bo hemû cîhanê ye.
GERÎLA TEVGEREKÎ EXLAQÎ YE
Hemû gelê azadîxwaz, hemû gelê demokratîk, hemû gelê aşitîxwaz, hemû kesên bi rûmet piştgiriya gerîla dikin. Heya kesên wisa hebin gerîla nayê tunekirin. Ev tişt bû sedema ku heya niha ev berxwedanî têk neçû, têk naçe. Heya yek kes di vê welatê de, di diniyayê de azadîxwaz be, aşitîxwaz be, gerîla wê hebe. Gerîla ne tenê ji bo çiya yan parçeyekî Kurdistan şer dike. Gerîla tevgerekî exlaqî ye, ji bo hemû diniyayê şer dike, ne tenê ji bo Kurdistanê. Ji bo azadiyê, aşitiyê gelan e, ne ji bo netewekî yan gelekî yan zimanekî. Ev tişt jî bandor li milet kiriye. Hemû gerîla nas kiriye. Tevlîbûna ji bo gerîla zêde dibe, hemû kes êdî derdikeve qadan û pişgiriya gerîla dike. Ev jî bû sedem ku hemû diniya ji gerîla bitirse. Ji ber vê hemû dewlet niha pişgiriya dewleta faşîst a Tirk dikin, ji bo gerîla têk bibin. Lê nikarin, ji ber hemû diniya pişgiriya gerîla dike.
GERÎLA BÛ METIRSIYEKÎ JI BO DIJMIN
Hemû ciwanên kurd niha li qadan in, di cepan de ne, li çiya, di kolanan de ne, li her derê tekoşîn dikin ji bo ku dijmin vala derxin. Ev jî tirs xist dilê desthilatdaran, hikumetên ku tenê bi nav dibêjin em demokratîk in, ama tiştek demokratîk di wan de tune. Êdî her kes heqîqet nas kir, nas kir ku gerîla tevgerekî însanî ye, xwedî fikir e, xwedî îrade ye, nas kirin ku eger bi rastî mirovekî wê demokrasî, wekhevî, aşitî azadî bidin rûniştandin, ew gerîla ne. Derve gerîla tu kes nikare van gotinan pêkbînin. Ji ber vê dewlet xeteriyekî li ser xwe dibîne. Bû metirsiyekî mezin ji bo dijmin.
BEDELÊN ÇI BIN GEREK EM BIDIN
Herî dawî dixwazim bêjim êdî ne dema rûniştinê ye. Her kes ku dibêjin em azadîxwaz in, em kesên demokrat in, em xwedî wijdan in, em wekheviyê dixwazin, lazim e hemû gelê me derkevin qadan. Hemû diniya me nas kiriye. Gerek em xwe îspat bikin. Gihîşt dema dawî de. Gerek hemû kes, ciwan, kal, derkevin kolanan, cepheyên şer, pişgiriya gerîla bikin, tevlîbûna gerîla zêde bikin. Wek ciwanên kurd û hemû ciwan erkekî ser milê me ye ku biçe parastina xaka xwe ya pîroz bike, parastina parastina çiyayên xwe yê gelê xwe yê Arî bike. Ji ber çiya tiştekî pir pîroz e. Wek kurdan gerek em vê axê biparêzin, û temenê wê çi be bila bibe, em nehelin têkeve destê dijmin de. Bedelên wî çi bin gerek em bidin, bê teredût.