REQA – Şêniyên kantona Reqayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Raîd Beşîr El-Nezal oxir kirin.
Şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, tevgerên ciwan û jinan şehîd Raîd Beşîr El-Nezal ku li bajarê Eyn Îsa şehîd bibû, oxir kirin.
Merasîm ji aliyê malbat, hêzên leşkerî û saziyên sivîl ve hate pêşwazîkirin. Li wir ji bo bîranîna tevahî şehîdan deqeyek rêz girtin hat girtin. Piştre li ser navê Meclîsa Eyn Îsayê Mihemed Hemade axivî û qala lehengiya şehîdan û fedekariya wan a ji bo jiyaneke bi rûmet û aram kir.
Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Eyn Îsayê Emel Reşo axivî û tê de behsa girîngiya şehîdan kir. Her wiha, li ser navê Koma Jinan a Zenobiya Amal Îsmaîl axivî û destnîşan kir ku wê têkoşîna xwe bidomînin heta ku xeyalên şehîdên xwe bi dest bixin.
Piştre li ser cenazeyê şehîd Raîd Beşîr El-Nezal nimêj kirin û wê veşartin.