BERLÎN – Ciwanên li bajarê Berlîn ê Elmanyayê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji pirsgirêka Kurd re çareserî” ji Kolana Sûdstern heta Admîralsbrucke meşa meşaleyî pêkanin.
Ciwanên ku bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Zap, Avaşîn, Metîna Bijî Berxwedana Gerîla” meşiyan li qada qelebalix fîşekên hewayî teqandin.
Di daxuyaniya li ser navê TCŞ Berlînê de ev tişt hatin gotin;
“Em weke ciwanên Kurd ên ku nikarin li welatê xwe bin, li dijî zilma ku li me tê kirin, em weke erka xwe dibînin ku li Ewropa û cîhanê çalakiyan lidar bixin. Divê em bêdeng nemînin û bi hev re bibin yek. 39 meh in tu xeber ji Rêber APO nayê. Ji ber vê jî weke ciwanên Kurd heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO em ê her roj li qadan bin û di nava têkoşînê de bin.
Em bang li raya giştî ya navneteweyî dikin ku tecrîda li ser Rêber APO bi dawî bike û li hemberî zilma li Kurdistanê tê kirin bihesibîne û ji bo parastina mafên mirovan gavên pêwîst bavêje.”