ROMA – Ciwan û jinên ciwan ên enternasyonalîst bi alên Rêber APO beşdarî meşa li dijî qetlîama gelê Filistînê ya ku bi beşdariya hezaran li Romayêpêk hat bûn.
Piştî meşê jinên ciwan li Zanîngeha Sapienza ya Romayê bi pirtûkên Rêber APO stand vekirin. Di standa ku bi sedan kes beşdar bûn de der barê paradîgmaya Rêber APO û wî de agahî hatin dayîn.
Her wiha xwendekarên zanîngehê yên hatin standê pirtûk û broşurên Rêber APO yên li ser jiyana wî dikirin.
Li ser vê bingehê jinên ciwan ku stand vekirin, diyar kirin ku ew pêngava “Ji Rêber APO re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya demokratîk ” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di 10’ê Cotmeha 2023’an de hatiye destpêkirin û wek di encama propagandayê de bi dehan ciwan û jinên ciwan ên ku tevgera azadiya Kurd nas nedikirin hatin naskirin.
Jinên ciwan ên ku ji bo Filistînê stand vekirin, diyar kirin ku Rêber APO li ser esasê rêya 3. ji bo pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û bi taybet gelê Filistînê çavkaniya çareserî û hêviyê bû.