MINBIC – Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û bombebarana wê ya bi armanca têkbirina aramiyê li herêmên Rêveberiya Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyekî da. Saziyên sivîl û leşkerî, tevgerên ciwan û jin beşdarî daxuyanî bûn.
Daxuyanî ji aliyê cîgirê Desteya Perwerdeyê Ebîr El-Berho ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:
“Dewleta Tirk a dagirker her tim ji bo tevlîhevkirina û parçekirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kar kiriye. Bi nêzbûna hilbijartinên şaredariyê, dagirkeran êrîşên xwe bi taybetî li ser xeta sînorê zêde dikin. Em wek Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê van êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin û em banga Konseya Ewlekariyê, rêxistinên mafên mirovan û hemû welatan da ku mudaxale bikin ji bo sekinandina van sûcên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Em piştgiriya xwe ya Hêzên Sûriyê Demokratîk (QSD) û hevalên di çeperên de ji bo aramiyê heremê mîsoger bikin dubare dikin.”