NAVENDA NUÇEYAN- Dosya Tayebet: Nirxandinên Rêber APO di derbarê ciwanan de:
“Ciwantiya ku ji germahî û eleqedariya xwe tiştek windanekiriye, şopdarê bi biryar yê civaka azad e. slogana ‘’An jiyana Azad, An jî qet’’ sloganeke ku ciwan wek alekî hîç ji destê xwe daynenin e. Jiber ku ez valatiya di qada azadyê de û gîrîngiya wî baş diznim, bi taybet di warê ciwan û jinê de min gîrîngîyeke bê hempa da afirandina kesayetê. Min di vê mijarê de pir lêhûrbûn kir û em gihaştine asteke pir giring û jêneveger.
Ciwan bi dînamizma xwe ve xwedî çalakbûneke ku dikare destan binivîsîne ye. Dema ku armanç û rêbazê wî baş fêm bike, karekî ku nikaribe biserbixe nîne. Dema ku armanç û jiyana bi rêbaz wekî dîsîplîna bingehîn bigre dest û seferber bibe; sebir û israra xwe kêm neke, dikare ji dozên herî dîrokî ve pêşengtî bike.
Ji bo ciwanên roja me ya îro xeyalên herî mezin, tenê ji qeyrana pergala civakî a heyî derketinê ve dikare watedar bibe. Ciwantiyeke ku xeyalên wî tineye ji pişavtinê û jiyanê bitemamî winda kirinê, tenê dikare bi vegera xeyalên rast ve xwe xelas bike.
Her tişt wê ji nûve rast û bi çawanî tevlêbûna ciwanan a hemleya dîrokî û civakî ve were diyar kirin. Ciwan potansiyela me ya herî dînamîke. Erk û berpirsiyartiya ciwan ya çanda demokrasiyê herikandina girseh û civakan heye. Karê herî baş ku ciwan bikin, tevli organîzasyonên rêxistinî bûyîn, rêxistin û argehên ( ocax) demokratîk ava kirine . Ciwantiyeke ku nirxên çandî negirtiye , bidest nexistiye bi xetere. Destpêkê nasnameya xwe û rastiya xwe ya çandê rast jiyan bike, tê wê demê xwe nas bikî. Tu yê siyasetê nasbikî, eskertiyê nasbikî. Çalakiya herî mezin xwe bi nasnameya ya xwe ya dîrokî û çandî ve rasteqîn kirin û vê jî wek bersiv pêşkeş kirina pirsên civakê ye. Hemû tiştên ku em dibêjin û dikin jibo ciwana ye. Ciwan muxatabên têkoşîna me yê ku domdare û naguhere ye.
Bila armancên we yên siyasal ên pîroz hebin. Armancên we yên netewî hebin. Jiber wî xwe bi caran berbi çavan re derbas bikin, xwe dest bigrin û xwe di suzekê de derbas bikin. Bibînin ku çi di binde dimîne, çi liser dimîne, di kesayeta we de çiqas qababûn maye, çiqas nirxên ku hatine cewherî kirin kombûye, derxînine zelaliyê. Hêza herî mizin ku her cure dijminê û dijminatiyê têk bibe, hêza teqîna însan, hêza rêxistinbûn û hêza şer kirina însan e. Eger em bikaribin vê derxînine li holê em dikarin dijmin bin bixin. Ji derveyê vî kî çi dide ew şaşin.
Dîrokek tê nivîsandin. Gelek tê azad kirin, netewek tê vejîn kirin. Zêdetir ciwanbûyîna we şans û derfetên zêdetir zindîbûyînê ava dike, zêdetir çalak, zêdetir bi cesaret û ruhê fedakariyê ve derfetê pêşengtî kirinê dide. Bi awayekî din ev ciwantî wek şanseke ku hûn wek dilê we dixwaze pê bilîzin an jî li gor kêfa xwe tevbigerin nade we.
Azadî weke ku gelek bawer dikin, lîberalîzmeke ne cidî û kevin nîne. Azadiya li gel me helwesta azadiyê ya çîna herî kedkar e. Lê belê ew jî bi tenê bi disîplîneke ji dil a bihêz ve dê were pêkanîn. Bi rêxistinbûn, siyasîbûn û leşkerîbûn di rastiya Kurdistanê de û di rastiya wê ya şer de jiyaneke di asta herî jor de bi disîplînbûnê mumkune. ji bo rêgez li ser bingeha xetê ku gelekî tund girêdaniyê, hemû jiyana xwe fedayî vê yekê kiriye û hewldanên vê yên herî serkeftî pêwîst dike. Ji ber wê jî ger jin dibe, ger zilam dibe yê ku nekeve rêxistinbûneke di asta bilind de, hewldanên wê siyasîbûnê û leşkerîbûnê nede, yê ku bi girîngiya keda me ve û pêwîstiya bi wan ve neyê girêdan, kesayeteke ku xwe dixapîne ye. Ger em bizanibin bi biryarî, bi asta rêxistinbûyînê ve bi hewldanên berfireh ên di hemû qadan de, bi taybet girêdaniya wê ya bi rastiya şer ve ew jî tenê bi axaftinê na, pêwîste bi pratîkê ve wekhev bê dîtin. Ger em pêwîstiya vê pîvanê pêşçavgirtinê her dem bizanibin, emê bigihên helwesta azadiyê ya zexm.
Em mumkîne ku teng jî bibin, feqîr bibin, lê zengînbûyîna herî mezin ev rihê azadiyê ye, ev îmkanên serkeftinê ne. Va gihaştiye dest me hemûyan. ji bo vê jî, rewşa we çi dibe, hûn li ku derê dibin bibin, mîna îbadetê dikin, mîna zikir dikin hûnê li ser karê xwe bin. Di gundê xwe de, di nav cîranên xwe de, di nav mirovên xwe de, destê we digihêje kuderê û qiweta we çiqase, ji vê û şûnda li ser vê rastiyê hûnê karbikin. Wekî din tu karê me yê esas tune ye. Dîsa dibêjim ev îmkan nû gihaştine destê me, em dixwazin pir tişta bi dest bixin, Em dixwazin tenê bi xwe vê tiştî heya dawiyê bimeşînin jî û em bi qerarin em ê 1 2 bimeşînin. Lêbelê baş zanibin ku di her demê de jî tehlûke heye jî. Bi vê esasê serkeftin hûn bi xwe ne, gel bi xwe ye, gelê şerker, gelê civîyaye, gelê zane bûyî, tu dijmin pê nikare. Ji bo vê em dibêjin quweta mezin hûn bi xwe ne, vê di her alî de bibînin û xwe pir biçûk û zayîf mîna berê nebînin. Hûn baş bizanin yanî, yekîtiya me hîn xurt bibe, bêtir em dikarin ji vê û şûnde bikin.
Tevgera civakî ku di nav de hêza ciwanan nebe şansê wê yê serkeftinê kême. Tecrubeyên mirovên pîr û hêza ciwanan di herdemê dîrokê de xwe daye nîşandan. Kesên ku girêdana van her du diyardeyan rast pêş dixin, di meşa wan de jî îhtîmala serkeftinê hertim bilind bûye. Ji bo ciwanên roja me xeyalên mezin tenê ji qeyrana pergala civakê çawan derkevin re girêdayi be wate hildigire. Ciwanên ku xeyalên wan tune ji rê derketinê û ji jiyanê wendakirinê tenê bi gihîştina xeyalên rasti dikarin rizgar bibin. Rewşa kaotîk a qeyrana dawîya pergala kapîtalîzmê fêmkirin ji bo ciwanan merca xwe pêngav pêşxistin e. Bi vê ve girêdayî fêm kirina nirxên demokratîk, ekolojîk û azadiya zayendi a civakê dê derfetekê serkeftina dîrokî bide destê ciwanan. Di aliyekî de pêkhateya xwe rast pêşxistinê ve di aliyekê din de jî pêşxistina civaka tê bêrikirin û tê xwastin de dê bibe xwedî risteke girîng. Her tişt bi pêngava civaka dîrokî ve xwe ji nû ve rast û baş tevlî kirina ciwanan diyar bibe. Civaka ku ciwanên xwe wenda kiriye an jî berovajî vê ciwanên ku civaka xwe wenda kiribe ji bilî têk çûnê tê wate ya wenda kirina mafê xwe yê hebûnê û îxanet kirina wî ye. Pişti wê jî rizandin, belavbuyîn, tunebuyîn tê. Beramber vê erka civakî ya bingehîn amûra bingehin a hebuna xwe wate, saziyên xwe yên perwerdehî pêşxistine. Her tişt bi pêngava civakî û dîrokî ya ciwanan a rast û dirust ji nu ve bidin destpêkirin, wê diyar dibe.
Hemû, xort û keç tevahî, hinek li ser rastiya xwe bisekinin, li ser qenciya xwe bisekinin, li ser ev tiştê ku me daye pêşiya we bisekinin; hûn dikarin hemû karê qehremaniyê bikin. Li başûr, li bakûr û li rojhilat û li Roava, li ku derê hûn dibin bibin, di van rojên dîrokî de, bi xwe xwe xwedî kar bikin. Qehramanî ne karê Mazlûm doxan û Egîd wan tenê ye. Bi hezaran xortê kurd û keçên kurd qehramaniya di alemê de deng daye û xwe îspat kiriye. Em niha gelekî qehremanin, gereke em vê jibîr nekin, em ê bi vê qehremaniyê biser bikevin. Dijmin çi qas hişk ser we de jî were, emê vê qehremaniya xwe hîn mezin bikin. Em gelekî qehremanin, qehremaniya di PKK’ê de çêbûyî, dunya were pê nikare. Li şehîd zîlan binêrin, va keseka nû ye, di salekê de ev qehremaniya çêkir. Bi hezaran kes hîna qehremanin, hîn mezintir, bi hezaran dîsa xort û keç hemî qehremanin û gel bi xwe jî di xeta qehremaniyê de ye. Ji bo vê em dibêjin heta dawiyê bi xwe bawer bin, quweta herî mezin paqijbûyîna me ye, qehremaniya me ye.”