STENBOL- 10 kesên ji koma “Ji bo Filistînê Hezar Ciwan” ku li dijî şîrketa petrolê ya Azerbaycanê SOCAR a ku petrolê dide Îsraîlê protesto dikirin, di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Di serdegirtina malan de endamên koma “Ji bo Filistînê Hezar Ciwan” ku duh û pêr li Stenbolê li ber avahiya şîrketa SOCAR’ê ya Azerbaycanê ya petrolê dide Îsraîlê protesto kirin, hatin girtin. Di serdegirtina malan de 10 endamên komê hatin binçavkirin û birin emniyetê.
Koma “Ji bo Filistînê hezar ciwan” li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal daxuyanî da.
Di daxuyaniya ku banga hevgirtinê hat kirin de wiha hat gotin: “Gotina ‘baş e’ bes e, heke em bibin şahid divê em dengê xwe bilind bikin. Em bang li her kesê ku dilê wan bi Filistînê re lêdibe ku bibin xwedî helwest û tevlî çalakiyan bibin.” Întîfada li dijî kesên ku xwe wek parêzvanên siyonîstan nîşan didin, ne sûc e, sûc hevkariya bi Filistinê re ye.”