DÊRAZOR – Meclîsa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Dêrazorê ji bo bersivdayîna êrîşên dawî yên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekî da. Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Ji bo raya giştî
Em di Meclîsa Rêveber a Dêrezorê de destwerdan û êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên xwe şermezar dikin û em bang li gelê xwe û hemû pêkhateyên xwe dikin ji bo hevgirtin û israr di biriyara xwe ya xwebirêvebirin û xwe parastina herêm li dijî hemû hewldanên tasfiye û înkar.
Her wiha, em bang li Neteweyên Yekbûyî û kolîsyona navdewletî dikin ku helwestên cidî û pratîkî li hember siyaset û kiryarên Tirkiyê yên destdirêjker ên ku qanûn û peymanên navdewletî binpêk dikinû metirsiyeke mezin li ser herêmê û çareseriya aştiyane ya Sûriyê çêdike, bistînin.
Gef û êrîşên Tirkiyê yên niha û yên berê bi armanca vegerandina hegemonyaya Osmanî û kontrolkirina çarenûs û paşeroja gelên herêmê û Gef û êrîşên Tirkiyê yên niha û yên berê, armanca vegerandina hegemonyaya Osmanî, kontrolkirina çarenûs û paşeroja gelên herêmê û rêgirtina li pêşketina îradeya gelêrî ya demokratîk ku avakirina civakê armanc dike û dixwaze biryarên xwe ji nû ve bide, pêk tîne.”