MINBIC – Îro danê sibê Kombûna Jinan a Zenobia li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyekî da.
Hanaa Taljbînî, berdevka Aboriya Jinê ya Kombûna Jinan a Zenobîa daxuyanî xwend.
“Bi zêdebûna êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û pêkanîna sûcên herî hovane yên li dijî mirovahiyê û mafên mirovan ên zarok û jinan bi armanckirina malên sivîlan û erebeyên Heyva Sor a Kurd li bajarokê Til Hemîs armanca dewleta Tirk têkbirina şoreşê ye, bi taybetî jî projeya şoreşa jinê û projeya neteweya demokratîk û destkeftiyên hatin bi dest xistin.
Bi nêzbûna hilbijartinên şaredariyan, dixwest tevlîhevî çêbike û rê li ber zindîbûna şaneyên razayî yên terorîstên DAIŞ’ê vebike.