MERSİN- Li Mêrsînê di çarçoveya lêpirsînekî Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê de, bi îdiaya “endamtiya rêxsitinê bi ser gelek malan de hate girtin.
Di serdagirtinên li navçeyên Tarsûs, Gulnar, Akdenîz, Toroslar û Yenîşehîrê yên Mêrsînê hatine kirin de 12 kes hatin binçavkirin.
Hat destnîşankirin ku kesên hatine binçavkirin, birine Fermandariya Cendirmeyan a Mêrsînê. Tê gotin ku dê hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.