WAN – Ciwanên ku li dijî desteserkirina îradeyê ronî kirin gotin, “Wê kayim biçe gel were.” Hevşaredarê Colemêrgê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM) Hevşaredarê Colemergê Sîddık Akış hat binçavkirin û tayînkirina qeyûm li şaredariyê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ve li gelek taxên Wanê hat protestokirin.
Li navçeya Rêya Armûşê (Îpekyolu) ciwan hatin cem hev û li gelek taxan agir pêxistin. Ciwanan li derdora agir bê navber siloganên “Kayyim Biçe, gel were”, “Kurdistan ji faşîzmê re bibe goristan”, “Bijî berxwedana zindanan” qîriyan û bi çepik û qîrîna dirûşmeyan bertek nîşanî wesayit dan.